İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 119
Komeka dawetê ya Tirkiyeyê li Macaristanê îltica kir
Komeka dawetê ku ji 16 kesan pêk tê ji bo “Çalakiyên Dawiya Havînê” çûne Macaristanê û li wê derê 11 endamên komê Îltica kirine.
5 Kanûn 2017
Ji Tirkiyeyê 768 karmendan ji bo penabertiyê serî li Almanyayê dane
Li gorî daneyên Wezareta Navxweyî ya Almanyayê ji 15ê Tîrmehê ya 2016yê heta roja me ji Tirkiyeyê 768 karmend û malbatên wan ji bo penabertiyê serî li Almanyayê dane. Ji nîvê zêdetir serlêdan hatine qebûlkirin.
5 Kanûn 2017
Li gorî Wezaretê jî li Tirkiyeyê rewşa perwerdeyê ne baş e
Li Tirkiyeyê ji sedî 89ê xwendekaran di testa matematîkê de di bin asta normal û kêmtirî wê de ne. Di Zanîna Fenê de ji sedî 85, di Zanînên Civakî de ji sedî 73, di Tirkî de jî ji sedî 71 di asta normal û û kêmtirî wê de ne.
1 Kanûn 2017
Katrín Jakobsdóttir bû Serokwezîra nû ya Îzlandayê
Katrín Jakobsdóttir seroka Keskan û Çep li Îzlandayê duh weke Serokwezîra nû dest bi erka xwe kir.
1 Kanûn 2017
Lêpirsîna “heqareta li serokkomarî” li hemî endamên Meclîsa Partiyê ya CHPyê hat vekirin
Piştî ku lêpirsîn li ser endamên Meclîsa Partiyê hat vekirin, dosyeya lêpirsînê sekinî. Li gor TCK/301ê divê ji bo lêpirsînê Wezareta Dadê destûrê bide.
1 Kanûn 2017
CHPyê belgeyên Girava Manê li çapemeniyê belav kirin
Berdevkê CHPyê Tezcanî civînek çapemeniyê li dar xist û dekontên şandina pareyan yek bi yek nîşanî kamerayan da û paşê hemû mesajên swift li çapemeniyê belav kirin.
1 Kanûn 2017
NY Times: Cara pêşiyê ye ku navê Erdoganî hat gotin
Reza Sarraf ji ber şikandina sepandinên Amerîkayê yên li ser Îranê û gendelîyê li Amerîkayê tê dadkirin. Dadkirina Zarrabî bala medyaya navneteweyî jî kêşa.
1 Kanûn 2017
Erdogan: Kiliçdaroglû wê bedela vî tiştî bide
Serokomar Erdogan derbarê doza li DYAyê berdewam dike û Reza Zarrabî şahid e wê ye û belgeyên Girava Manê yên ku Serokê CHPyê Kiliçdaroglûyî bi raya giştî re par ve kirine de axivî. Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê belge ji Kiliçdaroglûyî xwestin.
30 Mijdar 2017
Reza Zarrabî behsa rê û rêçên şikandina ambargoya Îranê kir
Reza Zarrabî şahidî di doza alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê Atîllayî de kir. Di îfadeya wî de navê Wezîrê berê yê YEyê Bagiş û Wezîrê berê yê Aboriyê Çaglayani derbas bû. Ji bo Zarrabî 95 sal û 50 milyon dolar, ji bo Atîllayî jî 50 sal û 2 milyon dolar ceza tê xwestin.
30 Mijdar 2017
Recep Tayyîp Erdoganî ji bo civînê bangî hemî perlemanterên AKPyê kir
Serokê AKPyê û serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo civînê bangî hemî perlemanterên AKPyê kir. Li gor agahiyên bi dest keftîn Erdogan dê kom bi kom bi perlemanteran re bicive.
30 Mijdar 2017
Erdogan: Min got ispat bike, nekir
Serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serokê partiya mûxalefet Kemal Kiliçdaroglûyî got: “Madem tu dibêjî belge di destên te de hene. Wan ji bo raya giştî eşkere bike
29 Mijdar 2017
CHP ji bo lêkolîna belgeyan wê pêşniyara avakirina komisyonê bike
Wekîlê Serokê Koma CHPyê Ozelî got, ji bo wan belgeyan ew ê daxwaza avakirina Komisyona Lêkolînê bikin ku Kiliçdaroglû aşkere kiribû û di wan de tê gotin, malbata Erdogan pare ji bo derveyî welat şandiye.
29 Mijdar 2017
Ekin Karaca
“Hikûmetê ji bo xweparastinê îdianameyên li ser siyasîyan daye DMMEyê”
Hikûmetê parastinnameya xwe ya ji bo girtina siyasîyên girtî ji bo DMMEyê şandiye, tê de îdianameyên siyasiyan hene.
29 Mijdar 2017
Ayça Söylemez
“MITê li ser gendelîyên Reza Zarabî raporek ji Erdoganî re rêkiriye”
Parlementerê CHPyê, Levent Gokî diyar kir ku di sala 2013ê de, Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MIT) li ser Reza Zarabî raporek nivîsîye.
29 Mijdar 2017
Di belavoka MGKyê de behsa alîkariya çekan a DYAyê ya ji bo YPGyê nehat kirin
Digel ku Îbrahîm Kalin Berdevkê Serokomariyê gotibû wê daxuyaniyên DYAyê yên derbarê piştevaniya YPGyê de li MGKyê guftûgo çêbibin di belavoka MGKyê de behsa vê mijarê nehat kirin.
29 Mijdar 2017
“Malbata Erdoganî ji bo bacê kêm bide pere şandine dewletekê”
Serokê Partiya Komarî ya Gelî(CHP) Kemal Kiliçdaroglûyî dekontên şandina pereyan nîşan dan û diyar kir malbata serokkomarê Recep Tayyîp Erdogan ji bo bacê kêm bide pere şandine dewleteka bi navê Manê.
28 Mijdar 2017
Doza Zarrabî îro wê bi rê ve biçe
Di doza ku Reza Zarrab tê dadgehkirin de Zarrab êdî ne di nava gumanbaran de ye û wê tenê rêveberê Halkbankê Mehmet Atîlla bê darizandin. Daneşîn îro saet di 17:30 deqîqeyan de li New Yorkê wê çêbibe û duh 18 jûrî ji bo dozê hatin hilbijartin.
28 Mijdar 2017
Erdogan: Esad jî PYD-YGPyê li ser maseya çareseriyê naxwaze
Serokomar Erdoganî dema ji Soçiyê vedigeriya di balafirê de axivî û diyar kir ku divê hemû aliyên li Sûriyeyê li ser maseya çareseriya siyasî bin û lê got ku helwesta wan a li hemberî “rêxistinên terorê yên weke PYD-YPG”yê zelal e.
24 Mijdar 2017
DYA: Me berê jî guhdariya heman çîrokê ji Tirkiyeyê kiribû
Nûnera Wezareta Karên Derve ya DYAyê Nauertê derbarê wan îdiayan de axivî ku tê gotin DYA li Tirkiyeyê plana darbeyê dike û got: “Şîroveyên ku dibêjin DYA darbeyê plan dike şîroveyên eletewş in û ez wisa difikirim ku ew jî vî tiştî dizanin.”
22 Mijdar 2017
Komisyona Têkel daxwaza "Xistina Parlamenteriya Zanayê" kir
Komisyona Têkel a ji endamên komisyonên Dadê û yên Destûra Bingehîn ên Parlamentoyê pêk tê daxwaz kir ku Parlamenteriya Leyla Zanayê Parlamentera HDPyê ya Agiriyê bikeve. Beştaşa HDPyî got, “Sedem esas ne bêberdewamî ye, gotina ‘Milletê Tirkiyeyê ye’.”
21 Mijdar 2017
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Ismaîl Kahraman ji bo cara duyem bû Serokê Parlamentoyê
Parlamenterê AKPyê yê Stenbolê Ismaîl Kahraman di tûra sêyem a dengdayîna li Parlamentoyê weke serokê Parlamentoyê hat hilbijartin. Namzetê din ê AKPyê Tamir Dagli periya tûra sêyem namzetiya xwe betal kir.
21 Mijdar 2017
“Doza Sarrafî dozeka sîyasî ye”
Berdevkê serookomariyê Ibrahîm Sarrafî eşkere kir ku doza Reza Sarrafî ku li Amerîkayê tê dadkirin dozeka siyasî ye. Kalinî got Tirkiye mecbûra standina enerjiya ji derve ye û divîya me peymana ji bo enerjiyê bi Îranê re bikiriya.
21 Mijdar 2017
Pûtîn û Esad li Soçiyê civiyan
Pûtîn û Esad beriya ku sibê serokên Tirkiyê, Rûsya û Îranê werin ba hev li Soçiyê civiyan. Her du serokan pêşketinên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.
21 Mijdar 2017
Li Almanyayê hevdîtinên koalisyonê têk çûn, hilbijartina pêşwext di rojevê de ye
Hevdîtinên avakirina hikumeteke koalisyonê yên çend heftene bi rêve diçin têk çûn ku di navbera Partiya Merkel Serokwezîra Almanyayê û Partiyên Demokratên Xiristiyan, Demokratên Azad û Keskan de çêdibûn. Partiya Çepan banga hilbijartina pêşwext kir.
20 Mijdar 2017
NATO: Heke ku Tirkiye S-400an bikire wê nikaribe teknolojiya NATOyê bikar bîne
Grant, Alîkarê Şêwirmendê Hêzên Hewayî yê DYAyê got ku, heke Tirkiye sîstema berevaniya hewayî ya bi navê S-400ê bistîne dê gîhandina wê ya teknolojiya NATOyê bê sînordarkirin.
17 Mijdar 2017
Di rojeva wezîrên Yekîtîya Ewropayê de kêmkirina bûtçeya alîkariya Tirkiyeyê heye
Wezîrên darayî yên dewletên li Yekîtîya Ewropayê îro ji bo diyarkirina bûtçeya 2018ê kom bûn. Di rojeva wezîran de kêmkirina bûtçeya ji bo arîkariya Tirkiyeyê jî heye.
17 Mijdar 2017
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Reza Zarrab beşdarî civîna dadkirinê nebûye
Reza Zarrabê ku li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) girtî ye duhî beşdarî civîna dadkirina xwe nebû. Ji bo standina agahiyên li ser Zarrabî Tirkiyeyê nota dabû DYAyê.
17 Mijdar 2017
Dadgeha Dûstûrî serlêdana Gulser Yildirim Parlamentera HDPyê ret kir
Serlêdana Gursel Yildirim Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ve nehat qebûlkirin. Dadgehê beriya niha bi çar salan biryar girtibû ku girtitiya Balbay Parlamenterê CHPyê “mafê hilbijartin û hilbijirînê binpê dike.”
16 Mijdar 2017
“Rewşa Reza Zarrabî baş e”
Wezîrê dadê Bekir Bozdagî eşkere kir, rayedarên Amerîkayê ji wî re gotine rewşa Reza Zarrabî baş e. Şeş roj bûn ku agahî ji Reza Zarrabî nehibû standin.
16 Mijdar 2017
Tirkiyeyê li ser Reza Zarrabî agahî ji Amerîkayê xwestine
Salek û nîv e ku karsazê ji Tirkiyeyê Reza Zarrab li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) hatiye girtin û agahî jê nehatiye standin li ser vê yekê, Tirkiyeyê daxwaza agahîyan kiriye.
16 Mijdar 2017
Yildirim Parlamentera HDPyê di dosyayekê de tehliye bû, lê wê girtî bimîne
Parlamentera HDPyê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di doza xwe ya “propagandeya rêxistina terorê û teşwîqkirina gel a ji bo serhildanê” tehliye bû lê ji ber doza wê ya “endamtiya rêxistina terorê” girtî ma.
15 Mijdar 2017
Ekin Karaca
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborînê kir
Baroya Dêrsimê ji bo Qetlîama Dêrsimê daxwaza lêborîna fermî kir û xwest ku rastiyên derbarê qetlîamê bi raya giştî re par ve bikin, ci û warên windayan lêkolîn bikin û ji bo kesên ku mirine merasîma yadkirinê bê çêkirin.
15 Mijdar 2017
1
...
117
118
119
120
121
...
128
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver