İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
NÛÇE
Rûpela 99
Rapione bûye futbolîsta herî serkeftî ya salê
Megan Rapione bûye futbolîsta herî serkeftî ya salê. Rapioneyê dema xelate xwe wergirtiye gotiye, Seher Xudayarî ji bo min bûye mînak.
24 Îlon 2019
Parêzerên Demîrtaşî giliyê dozger û dadweran kiriye
Parêzerên Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê gotine ku ew ê giliyê Serdozgerê Komarî yê Enqereyê, dozgerê lepirsînê û Dadgerê Ceza û Aştiyê yê Yekem yê Enqereyê yê biryara girtinê daye bikin.
23 Îlon 2019
"Hejmara kesên bi biryarnameyan ji ewlehiyê hatine îxrackirin 33 hezar e"
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu got: "Ji teşkîlata ewlehiyê hejmara kesên ku bi rêyaBiryarnameyên di Hikmê Qanûnan da (BHQ) piştî 17-25ê Çileya Pêşîn û 15ê Tîrmehê hatine îxrackirin nêzîkî 33 hezaran e.
23 Îlon 2019
Serdema nû ya kursên kurdî ya Komeleya Lêkolînên Kurdî wê dest pê bike
Komeleya Lêkolînên Kurdî wê 5ê Çiriya Pêşiyê dest bi dersên kurdî bike. Di vê serdemê de di kursan de waneyên kurmancî, kirmanckî û soranî wê bên dayîn.
23 Îlon 2019
Erdogan û Trump bi rêya telefonê axivîne
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê DYAyê Donald Trump bi rêya telefonê bi hev re axivîne û têkiliyên di navbera her du dewletan û bûyerê herêmî nirxandine.
23 Îlon 2019
Erebistana Siûdî bang kir ku bila dewlet li dijî Îranê helwesta xwe dîyar bikin
Adil Cubeyrê Wezîrê Karên Derve yê Erebistana Siûdîyê bangî civaka navneteweyî kir ku bila li dijî Îranê "helwesta biryardar" nîşan bidin
20 Îlon 2019
HDP dê gilîya Yeni Şafakê bike
Piştî êrîşeka li navçeya Pasûrê ya Amedê 7 welatî miribûn. Rojnameya Yeni Şafakê ev nûçe bi sernivîsa “HDPyê kiriye” weşandibû. Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) dê gilîya Yeni Şafakê bike.
19 Îlon 2019
Pakistan heta ku pirsgirêka Keşmîrê neyê çareserkirin dê bi Hindistanê ra necive
Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xanî eşkere kiriye ku heta statuya Cammu Keşmîrê nekin wekî berê û qedexeya derketina derva neyê rakirin dê bi Hindistanê ra hevdîtin nekin.
19 Îlon 2019
Walîtîya Mêrsînê ji bo 15 rojan hemî xwenîşandan qedexe kirine
Ji ber ku ji bo şaredarîyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibûn wezîfedarkirin li bajarê Mêrsînê xwenîşandan dê bihatiyan pêkanîn. Ji beriya ku xwenîşandan dest pê bikin walîtîya wî bajarî hemî xwenîşandan qedexe kirine.
19 Îlon 2019
Li Tuzlayê agir bi kargehekê ketiye
Li Tûzlayê agir bi kargehekê ketiye ku madeyên kimyewî tê de tên çêkirin. Du xebatkarên agirkujê birîndar bûne.
18 Îlon 2019
Li şûna Hevşaredara Qereyaziyê qeyûm hatiye tayînkirin
Li şûna Melîke Goksu, Hevşaredara Qereyaziyê ya Erzeromê, Mesût Tabakçioglû, Qeymeqamê navçeya Qereyaziyê weke qeyûm hatiye tayînkirin.
18 Îlon 2019
Hevşaredara Qereyaziyê ya HDPyî hatiye desteserkirin
Melîke Goksû, Hevşaredara Qereyaziyê ya HDPyî tevlî 6 kesan hatiye desteserkirin. Di nava desteserkiriyan de endamên meclîsa şaredariyê jî hene.
17 Îlon 2019
Piştî civîna sealî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê danezaneke hevbeş hatiye weşandin
Piştî Civîna Sêalî ya Tirkiye, Rûsya û Îranê ku derbarê Sûriyeyê de bû, danezaneke hevbeş hatiye weşandin. Li gorî vê danezanê komîteya Destûra Bingehîn hatiye avakirin.
17 Îlon 2019
Heyeta HDPyê çûye Strasbourgê
Heyeta HDPyê ya bi serpereştiya Sezaî Temellî, Hevserokê Giştî yê HDPyê çûye Strasbourgê û li vir wê hin hevdîtinan bi rayedarên Ewropî re bike. Heyet roja çarşemê jî wê beşdarî dadgehkirina Selahattîn Demîrtaşî bibe.
16 Îlon 2019
Hevdîtina Erdogan-Ruhanî bi dawî bû
Beriya Civîna Sê Alî ya Tirkiye-Îran-Rûsyayê hevdîtina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî bi dawî bû.
16 Îlon 2019
Nebahat Akkoç û Agnes Kharshiingê xelata Hrant Dînkî standine
Nebahat Akkoçê ji ber xebatên xwe yên li diji tundkariya mêran, Agnes Kharshiingê jî ji bo têkoşîna xwe ya derbarê mafên mirovan û jîngehê ya li Hindistanê hêjayî xelatwergirtinê hatibû.
16 Îlon 2019
Piştî teqînê, Hevserokê HDPyê yê Pasûrê û karmendekî şaredariyê hatiye desteserkirin
Piştî teqîna li navçeya Pasûrê ya Amedê, Hevserokê HDPyê yê navçeyê û Midûrê Karên Fenî yê Şaredariya Pasûrê hatiye desteserkirin.
13 Îlon 2019
Wezareta Perwerdeyê gotina “Zayenda Civakî” ji rêziknameyên xwe derxistiye
Feray Aytekin-Aydogan, Seroka Giştî ya Egitim-Senê got ku “Wezareta Perwerdeyê ya Netewî ‘Rêziknameya Çalakiyên Civakî’ guherandiye û gotina wekheviya zayenda civakî ji hemû deran derxistiye.”
12 Îlon 2019
Evrim Kepenek
Tirkiye yek ji wan sê welatan e ku herî kêm pereyan ji bo perwerdeyê xerc dike
Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşveçûnê (OECD) rapora perwerdeyê ya sala 2019ê weşandiye. Bi raporê eşkere bûye ku li Tirkiyeyê rêjeya pereyên ji bo perwerdeyê tê xerckirin du qetan ji rêjeya OECDyê kêmtir e.
12 Îlon 2019
Li Mûşê 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPyî ji wezîfeyê hatine dûrxistin
Li Mûşê 7 endamên meclîsa bajêr yên HDPyî ji wezîfeyê hatine dûrxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPyê Kaplanî got, “Desthilatdar dixwaze kursiyên HDPyê ji destê wê derxe û rant û talankeriya xwe berdewam bike.”
11 Îlon 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Bedlîsê minîbusa gundekî qelibiye: 10 kes mirine û 8 kes birîndar bûne
Li navçeya Xîzanê ya Betlîsê minîbusa gundekî qelibiye û ji ber qezayê 6 jê zarok 10 kes mirine, 8 kes birîndar bûne.
11 Îlon 2019
Nadal di pêşbirka tenisê ya vekirî ya Amerîkayê de bûye şampiyon
Li New Yorkê di pêşbirka tenisê ya vekirî ya Amerîkayê de Rafael Nadal rikberê xwe Daniil Medvedev têk biriye û bûye şampîyon.
9 Îlon 2019
9 sal û 8 meh cezayê girtinê li Canan Kaftancioglûya CHPyî hatiye birîn
Dadgehê 9 sal û 8 meh cezayê girtinê li Canan Kaftancioglû, Seroka CHPya Stenbolê birî ye. Ceza nehatiye taloqkirin.
6 Îlon 2019
Ji ber “Hevşaredariyê” lêpirsînname ji bo Ahmet Turkî hatiye amadekirin
Beriya biryara tayînkirina qeyûman bi çar rojan lêpirsînname ji bo Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatiye amadekirin.
5 Îlon 2019
Erdogan: Heke Herêma Ewle nebe, em ê mecbûr bibin ku deriyan vekin
Serokomar Erdoganî gotiye: "Em mecbûr bibin em ê deriyan vekin. Ev bar wê tenê li ser pişta me be?"
5 Îlon 2019
Bi sedan wesayitên kirêkirî yên İBByê derketine holê
Bi sedan wesayitên kirêkirî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li Yenîkapiyê hatine pêşkêşkirin. Hatiye diyarkirin ku wesayit di dema Şaredarê AKPyi de hatine kirêkirin û pêwistî bi wan tineye.
5 Îlon 2019
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Partiya Sosyalîstan a Ewropayê: Demîrtaşî azad bikin
Sergei Stanişev, Serokê Partiya Sosyalîstan a Ewropayê (PES) di daxuyaniyeke nivîskî de gotiye, “Weke ku beriya niha jî me gotibû, tohmet siyasî ne û tekane armanc bêdengkirina mixalefeta demokratîk e.”
4 Îlon 2019
AKPyê xwestiye Davutoglu, Başçi, Ustun û Ozdag ji partiyê werin ixrackirin
Lijneya Rêveberiyê ya Navendî ya AKPyê daxwaz kiriye ku Ahmet Davutoglu, Abdullah Başçi, Ayhan Sefer Üstün û Selçûk Ozdag ji partiyê werin ixrackirin.
3 Îlon 2019
Erdogan: Hin baro merasîma vekirinê ya Sala Nû ya Edlî provoke dikin
Erdogan di dema merasîma vekirinê ya Sala Nû ya Edlî de axiviye û gotiye: "Di pergala dewletê da heke îla ku desthilatdariyek bê xwestin ev yek weke di Makezagonê da jî cih digire, serdestiya desthilatdariya gel e."
2 Îlon 2019
Pentagon: An S-400 an jî F-35
Mark Esper, Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê tevlî Joseph Dunford, Serfermandarê DYAyî civîneke hevbeş a çapemeniyê pêk aniye. Esperî ji Tirkiyeyê re gotiye, “An S-400 an jî F-35. Nabe ku hûn bibêjin em yekê bixin garacê ya din jî derxin.”
29 Tebax 2019
Sadûllah Ergînî ji AKPyê îstîfa kiriye
Wezîrê kevin ê Dadê û Parlamenterê AKPyê Sadûllah Ergînî ji partiya xwe îstifa kiriye.
29 Tebax 2019
Hikumetê xwestiye karên parlamentoyê bên sekinandin, qralîçeyê qebûl kiriye
Serokwezîrê Kralîya Yekbûyî(Brîtanya), Boris Johnsonî ji qralîçe, Elîzabetha 2. xwestiye ku karên parlametoyê pênc mehan bêne sekinandin. Kralîçeyê daxwaz qebûl kiriye.
29 Tebax 2019
1
...
97
98
99
100
101
...
108
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver